Destpêk
Lîstok derfetê didin ku geşedana zarokan
hem ji hêla fîzîkî, hem ji hêla zihnî û hem jî ji hêla afrînerîyê ve pêk were.
Çawa ku zarok kesayetekî malbat û civakê bin, eyn wiha di nava lîstokê de jî
kesayetekî wekhev a koma lîstokê ne. Zarok lîstokê wekî îspatkirina jêhatîbûna
xwe û keresteya şabûnê bi kar tînin. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku lîstok di
navbera zarok û civakê de neqebek e û bi saya lîstokan sosyalîzasyona zarokan
hêsantir dibe.
Di roja me ya îro de piranîya zarokan ji
ber ku di xanîyên dorgirtî de -û bi dûrî hevalên xwe yên zarok- mezin dibin êdî
ji lîstokên gelêrî û ji lîstokên zarokan ên berê bêpar dimînin. Lîstokên
zarokan di çand û folklora neteweyan de ber bi têkçûne ve diçin, mînakine wê
kêm bin jî carinan vediguherin û bi alav û amûrên nû xwe adapteyî roja me dikin.
Lê çawa be jî mirov bi hêsanî dikare bêje ku ev helwest hem ji hêla bedenê ve û
hem jî ji hêla gîyanî ve arîşe û kêşeyan derdixin. Ji hêla zanista psîkolojîya
geşedanê (gelişim psikolojisi) ve temenê 6-12 ji bo zarokan êwra lîstokê ye. Lê
ne tenê li Tirkîye û Kurdistanê bes gelemperîyê dinyayê zarok di navbeyna van
temenan de wekî berê bi lîstokan ve ne mijûl in. Vêca di Bakurê Kurdistanê de
piştî koçkirina bajaran (salên 1990’î) lîstokên zarokan eleqeya xwe ya berê
winda kirin. Jixwe bi pêvajoya xurt a asîmîlasyonê re ne tenê lîstok bes
tevahîya vegotinên gelêrî ber bi têkçûnê ve çûn/diçin.
Di folklora Kurdî de mirov bi awayekî
jixwebawer nikare bibêje ku xebatên mezin û giranbuha li ser lîstokên zarokan û
lîstokên gelêrî hatine kirin. Lewma ji hêla materyalên nivîskî ve feqîrîyekê
heye. Lîstokên gelêrî yên her herêmê diguherin û carinan jî heman lîstok navên
cur bir cur distînin. Di vê xebatê de bi mînaka 10 lîstokên zarokan ên herêma
Botanê min tesîra wan a li ser zarokan analîz kirîye. Nûve û şîroveyên min jî li
ser tesîra geşedana wan a fîzyolojîk û civakî (sosyal/social) ne. Ev her 10
çîrok jî ji bihîstin, çavdêrî û gera min a li Botanê (exleb Sêrt û Şirnex)
hatine qeydkirin û nivîsîn. Ji hêla termînolojîyê ve navê hin têgehan ne resen
e, lew min di nav kevanekê de Tirkî û Îngilîzîya wan jî nivîsî.
1. Lîstok û Lîstokên Zarokan
Lîstokên zarokan ew çalakî ne ku bi rêya
şabûnê bêhnvedana zarokan pêk tîne. Zarok -û bi rêjeyeke kêm jî mezin/mirovên
têgihiştî- di demên xwe yên vala de da ku xwe ji kêferata jîyanê rizgar bikin
xwe tavêjin bextê lîstokan bêyî ku armanceke wan a hilberînerî an jî xizmeteke
din hebe (Boratav, 1994: 232).
Lîstok, ew tevgerîn e ku armanca wê
xwe-derbirîn e û di nav mirov û hemû çandan de rasterast xwe dide der. Wek
huner, ziman û dîn lîstok jî dîyardeyeke têkel e ku pênaseya wê rasterast
nikare were kirin. Jixwe “pênase” sînorên asê û bê derbend in, lew ji bo
disîplîn û dîyardeyan “pênase”yeke teqez tune. Lê dîsa jî mirov dikare hin
taybetîyên wê rave bike. Lîstok ji bo ku pêdivîyên bîyolojîk pêk bînin ne xwedî
eleqeyeke dîrekt in, bes ew hereket in ku bi dildarî têne kirin. Her çiqas ji
bo geşedanên fîzîkî, civakî, psîko-sosyal û geşedana takekesî kartêkeke mezin
be jî bes mirov dikare bêje ku lîstok bi
awayekî şênber ne çalakîyeke hilberîner e, çinku tesîra wê li ser qezenckirina
mal û milk tune (Georges, 2007: 129). Anku mirov hînî lîstokên li ser bezînê
dibe, çinku dîtîye ku hin kes dema dibezin zewqê distînin û difikire ku ew jî
bilîze dê zewqê bistîne. Vêca di lîstokê de ji ber ku armanca herî girîng şabûn
e kes bi darê zorê nakeve di lîstokê de, yê ku bileyze divê dildar be, ji dil
tevlî lîstokê bibe. Lîstok heya ku pala xwe nede reqabetê mirov dikare wê wek
keresteyeke şabûnê binirxîne. Lê ku lîstok, nemaze lîstokên zarokan dema pala
xwe bidine reqabetê ev ji hêla psîkolojî û pedagojîyê ve dê bi xwe re
dezawantajan bîne; bivê-nevê dê tesîrê li ser dahatûya zarokan jî bike. Bo
nimûnê hêrs, acizî, hesûdî, hîlekarî û wd.
2. Tesîra Lîstokan a Li Ser Zarokan
2.1. Ji Hêla Geşedana Fîzyolojîk Ve
Di nava lîstokê de hin hereket
masûlkeyên zarokan zexim dikin ku zarok wan hereketan gelek caran dubare dikin.
Bi hereketên wekî bezîn, hilavêtin, rapelikîn, xwekaşkirin, avêtin û wd. -jê re
hêza fîzîkî divê- sîstemên wekî hilmijîn (solunum/respiration), hezm (sindirim/digestion),
geran (dolaşım/circulation) û derkirinê (boşaltım/excretion) bi awayekî dirust
aktîf dibin. Bi saya vê jî standina oksîjenê zêde dibe, gera xwînê leztir dibe.
Lîstokên bi vî awayî her wiha rê li ber zarokan vedikin ku dorhêlêa xwe jî baş
binasin.
Bi çalakîyên wekî meşîn, bezîn,
hilavêtin, rapelikîn, şemitîn (xijikîn), daketin, derketin, avêtin, hejandin û
wd. zeximbûna masûlkeyên mezin pêkan dibe; bi çalakîyên wekî girtin, jêkirin,
qusandin, strandin, qulkirin, boyaxkirin, dirûtin, hûnandin û wd. masûlkeyên
biçûk zexim dibin.Vêca di nava wan lîstokên zarokan de ji van çalakîyan gelek
hene. Zeximbûna masûlkeyên biçûk û zeximbûna masûlkeyên mezin we dikin ku
tepişên motor (motor beceri/motor skills) ên zarokan xurt bibin (Anılan-Girmen-Öztürk-Koçkar,
2004).
2.2. Ji Hêla Geşedana Civakî Ve
Di lîstokan de zarok bawerî li xwe tîne,
xwe vedinihêre, hînî zibare û hevkarîyê dibe, hînî dirustbûn û dîsiplînê dibe.
Di dema lîstokê de tepiş û hestên wekî axaftin, danîna têkilîyê, çavdêrî û
alîkirinê pêş dixin. Her wiha hînî qaîdeyên civakê jî dibe: rêzgirtina ji
kesekî din re, parastina mafê kesekî din û mafê xwe, bicihanîna peywir û
berpirsîyarîyan, di mijarekê de girtina biryarekê û pratîzekirina wê biryarê
(Anılan-Girmen-Öztürk-Koçkar, 2004). Zarok bi saya lîstokan hînî ehlaqê civakê
dibin. Belkî jî ji ber vê çendê di disîplînên wekî sosyolojî û patolojîyê de ev
gotin xwe dubare dike: Zarok, neynika civakê ye.
Di nava lîstokê de her zarok ji zarokê
din re dibe modelek. Bêtir jî hal û tevgerên zarokên mezin -geh erênî, geh
neyînî- tesîreke ecêb li ser zarokên biçûk dikin. Eger zarokê mezin bi alîyên
xwe yên erênî ve derkeve pêş wê hingê ew ji bo zarokê biçûk leheng e, modelekî
esas e; eger bi alîyên xwe yên neyînî ve derkeve pêş wê hingê ew ji bo zarokê
biçûk rengê hesûdî, hîlekarî û tirsê ye. Di nava lîstokê de zarok dikare
nêrînên xwe û felsefeya xwe ya jîyanê bi zarokên din re berawird bike, bi
hûrgilî nîqaşê bike û xeletîyên xwe sererast bike.
3. Nûve û Şîrove: Ji Herêma Botanê 10 Lîstok
3.1. Fîkofîko
Navên Din ên Lîstokê: Xefxefok
(Koçer û Dêmanîyên Sêrtê), Çavkê Belo Belo (Şirnex), Veşartok.
Awayê Lîstinê:
Ji nav komek zarokan yek tê bijartin û ew kes dimîne li ber kundel[1]ê û
çavên xwe dineqîne, heya bîstî dihijmêre. Di vê navberê de zarokên din her yek xwe
li derekê vedişêrin. Piştî hijmartinê ev lîstokvan li wan zarokên xefkirî
digere, heya yek ji wan dibîne. Kijan lîstokvan bê dîtin, ew kes dimîne
berde.[2]
Ger lîstokvanek sê caran bê dîtin ji alîyê endamên lîstokê ve tê cizakirin. Cizayê
wî "keşe" dibire. Keşe wek
kizîrê lîstokê ye. Fîk[3]a
kê be (pîrik kê be), eger navê kesê ku xwe xefkirî/veşartî xelet bibêje, fîka
wî dubare dibe. Fîka kê be, eger yekî bibîne divê navê wî biqîre, bibeze û
berîya wî destê xwe li kundelê bide. Eger piştî wî destê xwe li kundelê bide
fîka wî dubare dibe.
Şîrove:
Ev lîstok lîstokeke gerdûnî ye ku hema bêje tevahîya alema cîhanê vê lîstokê
dizane. Di vê lîstokê de bezîn û dîtin wek çalakîyên fîzîkî derdikevin pêş. Ji
hêla geşedana civakî ve di vê lîstokê de zarok derdora xwe û navên hevalê xwe
divê baş bizane. Ji bo geşedana hestê hevkarîyê lîstokeke bêqisûr e. Çinku
hevalên wî ji hêla pîrikê ve hatine dîtin û ew berîya pîrikê destê xwe li kundelê
bide wê bibe rizgarkerê hevalên xwe jî. Pîrik jî ji hêla “hişyarman” û “hayjixweman”ê
ve divê tê neçe, çavên wî zîq vekirî bin.
3.2. Kêlanê
Navên Din ên Lîstokê:
Kêl û Bêl/Vêl (Dêmanî), Kêlê (Koçer).
Awayê Lîstinê: Ev lîstok lîstokek
gelek kevn e. Ji zarokên hûr bêtir zarokên mezin dileyzin. Di nav vê lîstokê de
du kom hene û her kom ji pênc heya deh
kesan pêk tê. Di nav meydaneke vale de her du kom têne pêşberî hev. Di nava
koman de qederê bîst mîtro navber dimîne. Endamên her du koman sê keviran (ku dişibin
kêlan) li dû hev rêz dikin û di nava her sê keviran de divê mîtroyek navber
hebe. Her endam kevîrekê dixe destê xwe datîne wan kêlan. Kî kêlekê bixe (tera
bike) mafeke wî yê dî jî çêdîbe ku kevîrek din jî dayne kêlan. Ger bi kevirekî
du kêlan bêxe ew mafek din jî ji bo xwe
bi dest dixe. Ji her du koman kîjan ewil hemû kêlan bêxe ew li pîşta endamên
koma din siwar dibin û du tûran digerin.
Şîrove: Bi avêtina kevir
re masûlkeyên mezin ên zarokan zexim dibin. Demên berê yên ku di lîstoka Kêlanê
de jêhatî bin ew dibin şivan û diçin ber pêz, çinku milên wan zexm e ku bi
rehetî dikarin keviran bavêjin. Her wiha bi vê lîstokê re sebira zarokan xurt
dibe, zarok li bendê dimîne ku heta dora wî were û ew jî kevirê xwe bavêje.
Dîsa di vê lîstokê de xwebawerîya zarok pêş dikeve.
3.3. Ar-Argî
Awayê Lîstinê:
Di vê lîstokê de ewila ewil tixûbê lîstokgehê tê dîyarkirin. Lîstok ji du (2) koman
pêk tê. Her komek ji pênc (5) kesan ava dibe. Komek li ber kundelê dimîne
û lîstokvanên vê komê çavên xwe dineqînin. Koma din di nav tixûbê lîstokgehê
de bi axê komikan çêdikin. Komikên axê li bin kevir, dar û kursan çêdikin ku
dîtina wan ji hêla koma din ve zehmet be.
Koma li ber kundelê mayî bi çav
neqandî heya sedan (100) dihijmêre. Piştî
hijmartin biqede, endamên li ber kundelê
bi dirûşma “arargî zarzargî”[4]
li hawîrdora lîstokgehê dest bi kifşa van komikên axê dikin. Ev komik wek gencîneyan in. Mebest ew
e ku hemû gencîneyan kifş bikin. Dema hemû komikên axê hatin kifşkirin ew kom
dewlemendîyek mezin bi dest dixe. Bi vî awayî lîstok tê dubare kirin.
Şîrove:
Di lîstoka ar-argî de çavdêrîya baldarî û rêveçûn wek çalakî der dibin. Di
esasê xwe de gerîn û dîtina gencîneyê adapteyî lîstokê bûye. Di vê lîstokê de
zarok axê dinasê, şeklê dar û kursan di hişê xwe de qeyd dike. Kê dera axê gumş
bûbe û dewsên tilî û lingan li kê dera axê be çavên zarokan li wê derê digerin.
Dema komik tên dîtin hestê serfirazîyê li wan peyda dibe.
3.4. Qift
Navên Din ên Lîstokê:
Gilçî (Şirnex).
Awayê Lîstinê: Lîstok li ser herîyê
an jî li ser komek zibil/rêx tê lîstin. Keresteya lîstokê qift[5] e.
Hejmara lîstokvanan ji du (2) heya pênc (5) kesan pêk tê. Her lîstokvan ji bo xwe çend qiftan û
çalek/kortek çapa wê bi qasî sih (30) cm çêdikin. Wê çalê an têxin herî an jî
rêxê berdidin di nav de. Her lîstokvan bi hêzek mezin û bi dorê qiftên xwe
diçikilînin li nava wê kortê. Mebest ew e ku qiftên hevdu bêxin. Kîjan lîstokvan
qiftê kê bêxe ew qift dibe yê wî. Ev lîstok bêtir werza zivistanê tê lîstin.
Şîrove:
Bi hereketa çikilandinê re masûlkeyên biçûk û masûlkeyên mezin zexim dibin.
Armanc hem zewq e hem jî qezenca maddî ye ku ew qiftên hatîn karkirin dikevin
soba mala kesê ku ser ketî. Hestên karkirin û xwedîkirinê derdikevin holê. Xwebawerîya
zarokan bi vê lîstokê zêde dibe, lê carinan ev xwebawerî averê dibe ku di
zarokan de hestê reqabeta berjewendîyê peyda dibe.
3.5. Kabanê
Awayê Lîstinê:
Lîstok ji heftan (7) heya deh (10) kesan tê lîstin. Keresteya
lîstokê kab[6]
e. Her alîyê kabê xwedî wateyek e. Milek
mîr, milek wezîr, milek diz û milek jî
mizgeft e. Lîstokvan dibin rêzek girover
û dest bi lîstokê dikin. Her lîstokvan carekê kabê tavêje. Dema mîr û wezîr
hate hilbijartin êdî rûyek yê kabê tê nîşankirin. Ji vê merheleyê û pê ve mîr û
wezîr kabê natavêjin û tenê lîstokvanên din kabê tavêjin. Ger ew rûyê nîşankirî
were, lîstokvan dibe diz û diçe ber destê mîr. Mîr cizayê wî dibire û wezîr jî cizayê
wî bi cîh tîne. Ciza gelek deman dibe cizayeke mezin. An lêdan an jî zeleyan
dixwe. Ger milê mizgeftê were ew wek towbeyê tê pejirandin û ji bo wî alî tu ciza
tuneye.
Şîrove: Di vê lîstokê de ji
geşedanên fîzyolojîk bêtir geşedanên sosyokulturel derdikevin pêş. Zarok di vê
lîstokê de hînî edet û toreyên civakê, raz û sembolên civakê yên wekî “mîr”,
“wezîr”, “diz” û “mizgeft”ê dibin. Her wiha dîn jî wek mekan (mizgeft) bûye
sembolek. Eger zarok bibe diz dê were cizakirin, bes zarok here mizgeftê dê
neyê cizakirin. Ev lîstok her çiqas
girêdayî si’ûdê be jî hestên wekî hêvîkirin, berxwedan, xwebawerîyê li zarokan
dide peydakirin. Lê eger di merheleya cizakirinê de lêdan û zele hebin, wê gavê
îhtîmal e ku di wan zarokan de hestên cizakirin, erîşkirin û tehekûmkirinê jî
derkevin pêş.
3.6. Guhkanê
Awayê Lîstinê:
Keresteya lîstokê guhik[7]
e. Bi keviran tixûbeke girover tê çêkirin û ev dibe lîstokgeh. Komek dikeve li
hundirê wê giroverîyê û kesek jî li
derveyî wê dimîne. Kesê li derve wê guhikê bi mebesta lêxistinê datîne lîstokvanên
di hundirê giroverîyê de. Ger bikare lê bide ew lîstokvan dişewite û ji lîstokê
derdikeve. Lê di dema avêtîna guhikê de ger lîstokvanên hundir bikaribin wê
guhikê di hewayê de bigirin, vêca ew kesê ku guhikê girtî û kesê ku avêtî cihê
hevûdî diguherînin. Lîstokvanê li derve
dema guhikê bavêje û guhik bêyî ku li kesekî bixe li erdê bikeve wê hingê koma
di hundir de wê guhikê li yê derve dixe. Ger ew guhik li lîstokvanê derve bikeve ew kes dişewite û ji
lîstokê derdikeve.
Şîrove:
Bi avêtina guhikê re masûlkeyên mezin û bi girtina guhikê re masûlkeyên biçûk
ên zarokan zexim dibin. Ji xeynî destan ling jî di vê lîstokê de aktîf in ku
divê ji wî tixûbê girover derbas nebe. Di vê lîstokê de mebest zewq e, ji hêla
geşedana civakî ve xweewlehîya zarokan geş dibe, zarok dixwazin jêhatîbûna xwe
îspat bikin.
3.7. Mîrzitkî
Awayê Lîstinê:
Ev lîstok bi kevirên biçûk û girover tê lîstin. Hejmara lîstokvanan ji çar (4)
heya heft (7) kesan pêk tê. Her lîstokvan
sê malik[8]
li ber xwe çêdike. Her malik ji sê cot û
kitekê; anku ji heft (7) keviran pêk tê.
Bîst û yek (21) kevir digihije serê her lîstokvanî. Li gor tixûbê lîstokgehê
kesê ku nêzikî avê ew care yekem dest bi lîstinê dike. Dest tavêje kevirên malikeke xwe, ji milê rastê an jî ji milê
çepê ve dest bi belavkirinê dike, heta ku kevirên di destê xwe de xelas bike. Dema lîstokvanê ewil dora xwe xelas kir, êdî lîstokvanê
duyem dest bi belavkirina keviran dike. Di dema belavkirina keviran de ew
malikên ku lîstokvan keviran datîne ser, hejmara wan malikan bibe 2, 4 an jî 8
ew komik dibe ya wî. Di vê lîstokê de sîstema belavkirinê gelekî girîng e. Ji
ber ku her lîstokvan divê keviran wisa belav bike ku hijmara kevirên beravanên
wî bibe 2, 4 an jî 8. Dema lîstok bi dawî bû her kes kevirên xwe dihijmêre.
Kevirên ku ji 21’ê zêde bûn ew dibin malika zit[9]. Malika
zit di tora lîstoka duyemîn de cuda tê danîn. Dema xwedîyê wê malikê keviran
belav dike, her car du keviran ji bo wê hildide. Lîstok bi vî rengî berdewam
dike heta ku kevirên lîstokvanekî xelas bibin. Kesê ku kevirê wî xelas dibe ciza
dixwe.
Şîrove:
Di vê lîstokê de zanîna matematîkê û hesapgirî pêwîst e. Her wiha di vê lîstokê
de geşedana bîrbirî (bilişsel gelişim/cognitive development) ya zarokan derdikeve
pêş. Eger mirov li gorî serdemên geşedana bîrbirî a Jean Pîaget here, mirov
dikare bibêje ku ev lîstok xîtabî Serdema Kirarîyên Şênber dike û ew jî di
navbera temenê şeş û yazdehan (6-11) de ye. Li gorî teorîya Piaget di vê
serdemê de zarok, tehlîlên bimantiq dibînin ji probleman re. Dikarin rêgezan
fêm bikin, bes bêtir bi bireserên şênber diramin.[10]
3.8. Berikê Germ Germo
Awayê Lîstinê:
Ev lîstok şev tê lîstin. Keresteya lîstokê ber[11] e.
Hijmara lîstokvanan bê sînor e. Lîstokvan
berekî di nav êgir de germ dikin. Li
meydanek vala vî berî tavêjin hewayê û ber dikeve erdê. Ji ber ku tarî ye ber
bi hêsani nayê dîtîn. Lîstokvan bi rîya destê xwe li wî berê germ digerin. Dema
listikvanekî wî berê germ bibîne dikeve pey lîstokvanên din û lîstokvanên din
jî direvin. Kesê ku berik li cem, destê
xwe li kê bide ew kes ciza digire.
Şîrove:
Di vê lîstokê de seheka hîskirin û dîtinê aktîf in û geşedana van sehekan bi vê
lîstokê mimkûn e. Hereketên wekî avêtin,
revîn û xwekaşkirin masûlkeyên mezin ên zarokan zexim dikin. Hestên wekî
xweîspatkirin, jêhatîbûn û serfirazîyê derdikevin pêş. Ev lîstok bêtir
derengîya şevên havînê tê lîstin ku armanc ji reqabetê bêtir zewq e.
3.9. Pezikê Çêrî Mêrî
Awayê Lîstinê:
Di vê lîstokê de kesek dibe şivan, kesek
dibe gur û kesên din jî dibin pez. Kesên
bûne pez yek bi yek pişta hev digirin û kesê ewil jî pişta şivên digire, bi vî
awayî rêz dibin. Di destê şivên de şivikek[12]
heye û bi vî şivî li gur dixe. Gur li hawîrdora pêz digere û dema keysê xwe dît
xwe tavêje pêz da ku yekê jê çeq bike.
Mebesta şivên jî ew e ku pezê xwe ji gur biparêze. Bêtir zarokên mezin dibin
gur û şivan, zarokên hûr jî dibin pez. Awayê lîstina vê lîstokê derbasî reqsê
jî bûye ku ji wê cure reqsê re “gizir” tê gotin.
Şîrove:
Di vê lîstokê de hestê parastinê ji tevahîya hestan bêtir derdikeve pêş. Her
wiha ev lîstok wek îş û ‘emil zarokan hînî şivanîyê jî dike. Dîsa zarok hînî
qanûnên tebîetê dibin. Hereketên wekî bezîn, lêdan û êrîşê masûlkeyên mezin;
hereketên wekî xwegirtinê jî masûlkeyên mezin ên zarokan zexim dikin.
3.10. Qîtok
Navên Din ên Lîstokê:
Gelyo (Koçer), Tirbûlgî (Şirnex).
Awayê Lîstinê:
Keresteyên vê lîstokê şivek dîrêj û çûvek in. Divê dirêjahîya çûv(ik) bi qasî
bostekê be. Du keviran datînin nêzik hevdu û wî çûvî di ser re dirêj dikin.
Lîstokvan dibin du kom. Koma ewil wî şivî di binê wî çûvî re dikin û tavêjin
hewayê û dûr dixin. Lîstokvanên din jî pêşberî wan sekinîne û ew jî hê
çûv neketî erdê li hewayê lê dide û şûnde vedigerîne. Komek dixwaze çûvî dûr
bêxe koma pêşber jî dixwaze şûnde rê ke. Dema lîstokvanên komê her yek dora xwe
kir êdî ew çûv çend dûr biçe ji bo wan baştir e. Ji ber ku lîstokvanê pêşber,
wî çûvî dike destê xwe û bi dîrûşma Qaryo[13]
dibeze da ku here cihê lîstîk lê destpêkirî. Kesê ku bibeze divê nefesê hilnede
û bi yek carî bêje qaryo û bibeze xwe bigihîne cihê destpêkê. Eger bikare vê
bike lîstok dest diguhere û ew kom ser dikeve. Vê lîstokê zarokên mezin jî û
zarokên hûr jî dikarin bileyzin.
Şîrove: Bi
hereketên wekî avêtin, lêxistinê masûlkeyên mezin; bi hereketên wekî pîvandin û
girtinê jî masûlkeyên biçûk zexim dibin. Hestên serfirzî, xwebaawerî û
disîplînê derdikevin pêş.
Encam
Lîstok azadîya zarokan e û lîstok ew tehn
e ku hemû behreyên zarokan derdixîne holê (Yörükoğlu, 1989: 150). Zarok dema
bileyze hînî van tiştan dibe: parvekirin, danîna têkilîyê, alîkirin, hevkarî,
safîkirina meseleyan, rêgezên civakî (zarok van rêgezan di nava lîstokê de
vedibînin, anku bi awayekî dîdaktîk hîn nabin). Ev lîstok jê re dibin derfet ku
tepişên xwe pêş bixe.
Eger zarok lîstokên gelêrî bileyzin hem
dê xwedîtîyê li mîrasa xwe ya çandî bikin, wê nas bikin û biparêzin; hem jî dê
tepişên jîyanê bi dest bixin ku pedagojîya îro van tiştan ji bo zarokan ferz
dike. Li Bakurê Kurdistanê bi pêvajoya asîmîlasyonê re zarok ji hêla çandî û
lenguîstîk ve têk diçin, ji ber vê çendê em de’wa “vejîn”ekê dikin ku bi van lîstokan hem çand bê parastin û hem jî
gotin û zûgotinokên di van lîstokan de zindî bibin.
Di roja me ya îro de zarok di hengameya
mal û dibistanê de van lîstokan zêde nalîzin, li şûna lîstokên derve bûne
hêsîrê amûrên teknolojîk. Ji ber ku ev zarok van lîstokên berê yên zarokan
naleyzin bes nikarin van lîstokan êmanetî nifşê nû jî bikin. Bi vê xebatê min
xwest ez hem navê lîstokan, awayê wan ê lîstinê û hem jî tesîra wan a bo
zarokan ji hêla geşedanên fîzîkî, civakî, psîko-sosyal û geşedana takekesî ve
bidim zanîn. Ev lîstokên ku zarok li derve di mekanên guncav ên siruştî de
dilîzin dibin kartêk ji bo geşedana wan a civakî, hişmendîya rêgezan û qebûlkirina
rêgezan, bidestxistina dînamîzma hevkarî û zibareyê, aîdbûna komê, biryardana
li ser navê komê û hînbûna têgeha xelatê.
Çavkanî
- - Anılan, H. - Girmen, P. - Öztürk, A. -
Koçkar, M. T. (2004), “Geleneksel Çocuk
Oyunlarının Eğitimsel Değeri”, OMEP Dünya Konsey Toplantısı ve Konferansı,
Stenbol: Kelebek.
- - Boratav, Pertev Naili (1994), “100 Soruda Türk Folkloru”, Stenbol:
Gerçek.
- - Georges, Robert A. (2007), “Eğlence ve Oyun”, w. Derya Filiz
Korkmaz, kovara Milli Folklor: h. 74
- - Yörükoğlu, Atalay (1989), “Çocuk Ruh Sağlığı”, Stenbol: Özgür.
[1] Di
nava lîstokgehê de darek an jî kevirek mezin tê danîn, an jî kevir dar li wir
jixwe hene. Fîka kê be dema dest bi hijmartinê bike serê xwe datîne ser vî
kevir an jî darê û çavên xwe dineqîne. Ji vê nîşaneyê re kundel tê gotin.
[2]
Kesê ku were dîtîn ew kes li gorî lîstokê
çav dineqîne, ji vê kiryarê re
dibêjîn "mana berde/di ber de."
[3] Peyva
“fîk”ê wekî “dor, rêz, sire” tê bikaranîn. Ne tenê di fîkofîko de bes di gelek
lîstokan de ji bo “dor”ê fîk tê gotin, navê xwe li vê lîstokê jî daye.
[4]
Ev diruşm nîşana serbestbunê ye. Lîstokvan bi vê diruşmê dibêjîn va em hatin û
lîstokê destpê kirîye.
[5]
Qift/Gilç: Şivek e ku serê wê hatîye tûjkirin. Dîrêjîya wê nêzikî 20-30 cm ye.
[6]
Kab, sîvoka li nava kovişka dewaran e. Çar
rûyê wê hene, çargoşe (kare) ye.
[7]
Guhik, mîna gokeke biçûk e. Bi parçeyên pimpokan tê pêçandin û bo ku saxlem be bi şûjinê tê dirûtin.
[8]
Malik. Di vê lîstokê de ji komên keviran re malik tê gotin.
[9]
Komika zit, di lîstokê de kevirên ku ji 21ê zêde bikin ew bi serê xwe dibin
komek dîn. Ji bo vê komê dibêjin malika zit.
[10] Ji
bo agahîyên berfireh bnr. https://cocukgelisim.wordpress.com/yazilar/piagetin-bilissel-gelisimi/
[11] Kevirekî pehn û biqasî hêkekî ye.
[12]
Şivik, keresteya lîstokê ye. Ji dara behîvê an jî ji kinêrê çêdikin. Dişibe
çûvan, lê belê ji çûv ziravtir û dirêjtir e.
[13]
Dirûşma lîstokê ye. Ji ber ku bilêvkirina resenîya vê peyvê dirêj e îhtîmal e ku hatibe kurtkirin.