21 Ekim 2017 Cumartesi

Rola Lîstokên Gelêrî Di Geşedana Zarokan De: Bi Nimûneya 10 Lîstokên ji Herêma Botanê


 Destpêk

Lîstok derfetê didin ku geşedana zarokan hem ji hêla fîzîkî, hem ji hêla zihnî û hem jî ji hêla afrînerîyê ve pêk were. Çawa ku zarok kesayetekî malbat û civakê bin, eyn wiha di nava lîstokê de jî kesayetekî wekhev a koma lîstokê ne. Zarok lîstokê wekî îspatkirina jêhatîbûna xwe û keresteya şabûnê bi kar tînin. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku lîstok di navbera zarok û civakê de neqebek e û bi saya lîstokan sosyalîzasyona zarokan hêsantir dibe.

Di roja me ya îro de piranîya zarokan ji ber ku di xanîyên dorgirtî de -û bi dûrî hevalên xwe yên zarok- mezin dibin êdî ji lîstokên gelêrî û ji lîstokên zarokan ên berê bêpar dimînin. Lîstokên zarokan di çand û folklora neteweyan de ber bi têkçûne ve diçin, mînakine wê kêm bin jî carinan vediguherin û bi alav û amûrên nû xwe adapteyî roja me dikin. Lê çawa be jî mirov bi hêsanî dikare bêje ku ev helwest hem ji hêla bedenê ve û hem jî ji hêla gîyanî ve arîşe û kêşeyan derdixin. Ji hêla zanista psîkolojîya geşedanê (gelişim psikolojisi) ve temenê 6-12 ji bo zarokan êwra lîstokê ye. Lê ne tenê li Tirkîye û Kurdistanê bes gelemperîyê dinyayê zarok di navbeyna van temenan de wekî berê bi lîstokan ve ne mijûl in. Vêca di Bakurê Kurdistanê de piştî koçkirina bajaran (salên 1990’î) lîstokên zarokan eleqeya xwe ya berê winda kirin. Jixwe bi pêvajoya xurt a asîmîlasyonê re ne tenê lîstok bes tevahîya vegotinên gelêrî ber bi têkçûnê ve çûn/diçin.

Di folklora Kurdî de mirov bi awayekî jixwebawer nikare bibêje ku xebatên mezin û giranbuha li ser lîstokên zarokan û lîstokên gelêrî hatine kirin. Lewma ji hêla materyalên nivîskî ve feqîrîyekê heye. Lîstokên gelêrî yên her herêmê diguherin û carinan jî heman lîstok navên cur bir cur distînin. Di vê xebatê de bi mînaka 10 lîstokên zarokan ên herêma Botanê min tesîra wan a li ser zarokan analîz kirîye. Nûve û şîroveyên min jî li ser tesîra geşedana wan a fîzyolojîk û civakî (sosyal/social) ne. Ev her 10 çîrok jî ji bihîstin, çavdêrî û gera min a li Botanê (exleb Sêrt û Şirnex) hatine qeydkirin û nivîsîn. Ji hêla termînolojîyê ve navê hin têgehan ne resen e, lew min di nav kevanekê de Tirkî û Îngilîzîya wan jî nivîsî.


1. Lîstok û Lîstokên Zarokan

Lîstokên zarokan ew çalakî ne ku bi rêya şabûnê bêhnvedana zarokan pêk tîne. Zarok -û bi rêjeyeke kêm jî mezin/mirovên têgihiştî- di demên xwe yên vala de da ku xwe ji kêferata jîyanê rizgar bikin xwe tavêjin bextê lîstokan bêyî ku armanceke wan a hilberînerî an jî xizmeteke din hebe (Boratav, 1994: 232).

Lîstok, ew tevgerîn e ku armanca wê xwe-derbirîn e û di nav mirov û hemû çandan de rasterast xwe dide der. Wek huner, ziman û dîn lîstok jî dîyardeyeke têkel e ku pênaseya wê rasterast nikare were kirin. Jixwe “pênase” sînorên asê û bê derbend in, lew ji bo disîplîn û dîyardeyan “pênase”yeke teqez tune. Lê dîsa jî mirov dikare hin taybetîyên wê rave bike. Lîstok ji bo ku pêdivîyên bîyolojîk pêk bînin ne xwedî eleqeyeke dîrekt in, bes ew hereket in ku bi dildarî têne kirin. Her çiqas ji bo geşedanên fîzîkî, civakî, psîko-sosyal û geşedana takekesî kartêkeke mezin be jî bes  mirov dikare bêje ku lîstok bi awayekî şênber ne çalakîyeke hilberîner e, çinku tesîra wê li ser qezenckirina mal û milk tune (Georges, 2007: 129). Anku mirov hînî lîstokên li ser bezînê dibe, çinku dîtîye ku hin kes dema dibezin zewqê distînin û difikire ku ew jî bilîze dê zewqê bistîne. Vêca di lîstokê de ji ber ku armanca herî girîng şabûn e kes bi darê zorê nakeve di lîstokê de, yê ku bileyze divê dildar be, ji dil tevlî lîstokê bibe. Lîstok heya ku pala xwe nede reqabetê mirov dikare wê wek keresteyeke şabûnê binirxîne. Lê ku lîstok, nemaze lîstokên zarokan dema pala xwe bidine reqabetê ev ji hêla psîkolojî û pedagojîyê ve dê bi xwe re dezawantajan bîne; bivê-nevê dê tesîrê li ser dahatûya zarokan jî bike. Bo nimûnê hêrs, acizî, hesûdî, hîlekarî û wd.

2. Tesîra Lîstokan a Li Ser Zarokan

2.1. Ji Hêla Geşedana Fîzyolojîk Ve

Di nava lîstokê de hin hereket masûlkeyên zarokan zexim dikin ku zarok wan hereketan gelek caran dubare dikin. Bi hereketên wekî bezîn, hilavêtin, rapelikîn, xwekaşkirin, avêtin û wd. -jê re hêza fîzîkî divê- sîstemên wekî hilmijîn (solunum/respiration), hezm (sindirim/digestion), geran (dolaşım/circulation) û derkirinê (boşaltım/excretion) bi awayekî dirust aktîf dibin. Bi saya vê jî standina oksîjenê zêde dibe, gera xwînê leztir dibe. Lîstokên bi vî awayî her wiha rê li ber zarokan vedikin ku dorhêlêa xwe jî baş binasin.

Bi çalakîyên wekî meşîn, bezîn, hilavêtin, rapelikîn, şemitîn (xijikîn), daketin, derketin, avêtin, hejandin û wd. zeximbûna masûlkeyên mezin pêkan dibe; bi çalakîyên wekî girtin, jêkirin, qusandin, strandin, qulkirin, boyaxkirin, dirûtin, hûnandin û wd. masûlkeyên biçûk zexim dibin.Vêca di nava wan lîstokên zarokan de ji van çalakîyan gelek hene. Zeximbûna masûlkeyên biçûk û zeximbûna masûlkeyên mezin we dikin ku tepişên motor (motor beceri/motor skills) ên zarokan xurt bibin (Anılan-Girmen-Öztürk-Koçkar, 2004).

2.2. Ji Hêla Geşedana Civakî Ve

Di lîstokan de zarok bawerî li xwe tîne, xwe vedinihêre, hînî zibare û hevkarîyê dibe, hînî dirustbûn û dîsiplînê dibe. Di dema lîstokê de tepiş û hestên wekî axaftin, danîna têkilîyê, çavdêrî û alîkirinê pêş dixin. Her wiha hînî qaîdeyên civakê jî dibe: rêzgirtina ji kesekî din re, parastina mafê kesekî din û mafê xwe, bicihanîna peywir û berpirsîyarîyan, di mijarekê de girtina biryarekê û pratîzekirina wê biryarê (Anılan-Girmen-Öztürk-Koçkar, 2004). Zarok bi saya lîstokan hînî ehlaqê civakê dibin. Belkî jî ji ber vê çendê di disîplînên wekî sosyolojî û patolojîyê de ev gotin xwe dubare dike: Zarok, neynika civakê ye.

Di nava lîstokê de her zarok ji zarokê din re dibe modelek. Bêtir jî hal û tevgerên zarokên mezin -geh erênî, geh neyînî- tesîreke ecêb li ser zarokên biçûk dikin. Eger zarokê mezin bi alîyên xwe yên erênî ve derkeve pêş wê hingê ew ji bo zarokê biçûk leheng e, modelekî esas e; eger bi alîyên xwe yên neyînî ve derkeve pêş wê hingê ew ji bo zarokê biçûk rengê hesûdî, hîlekarî û tirsê ye. Di nava lîstokê de zarok dikare nêrînên xwe û felsefeya xwe ya jîyanê bi zarokên din re berawird bike, bi hûrgilî nîqaşê bike û xeletîyên xwe sererast bike.

3. Nûve û Şîrove: Ji Herêma Botanê 10 Lîstok

3.1. Fîkofîko

Navên Din ên Lîstokê: Xefxefok (Koçer û Dêmanîyên Sêrtê), Çavkê Belo Belo (Şirnex), Veşartok.
Awayê Lîstinê: Ji nav komek zarokan yek tê bijartin û ew kes dimîne li ber kundel[1]ê û çavên xwe dineqîne, heya bîstî dihijmêre. Di vê navberê de zarokên din her yek xwe li derekê vedişêrin. Piştî hijmartinê ev lîstokvan li wan zarokên xefkirî digere, heya yek ji wan dibîne. Kijan lîstokvan bê dîtin, ew kes dimîne berde.[2] Ger lîstokvanek sê caran bê dîtin ji alîyê endamên lîstokê ve tê cizakirin. Cizayê wî "keşe" dibire. Keşe wek kizîrê lîstokê ye. Fîk[3]a kê be (pîrik kê be), eger navê kesê ku xwe xefkirî/veşartî xelet bibêje, fîka wî dubare dibe. Fîka kê be, eger yekî bibîne divê navê wî biqîre, bibeze û berîya wî destê xwe li kundelê bide. Eger piştî wî destê xwe li kundelê bide fîka wî dubare dibe.
Şîrove: Ev lîstok lîstokeke gerdûnî ye ku hema bêje tevahîya alema cîhanê vê lîstokê dizane. Di vê lîstokê de bezîn û dîtin wek çalakîyên fîzîkî derdikevin pêş. Ji hêla geşedana civakî ve di vê lîstokê de zarok derdora xwe û navên hevalê xwe divê baş bizane. Ji bo geşedana hestê hevkarîyê lîstokeke bêqisûr e. Çinku hevalên wî ji hêla pîrikê ve hatine dîtin û ew berîya pîrikê destê xwe li kundelê bide wê bibe rizgarkerê hevalên xwe jî. Pîrik jî ji hêla “hişyarman” û “hayjixweman”ê ve divê tê neçe, çavên wî zîq vekirî bin.

3.2. Kêlanê

Navên Din ên Lîstokê: Kêl û Bêl/Vêl (Dêmanî), Kêlê (Koçer).
Awayê Lîstinê: Ev lîstok lîstokek gelek kevn e. Ji zarokên hûr bêtir zarokên mezin dileyzin. Di nav vê lîstokê de du kom hene û her kom ji pênc  heya deh kesan pêk tê. Di nav meydaneke vale de her du kom têne pêşberî hev. Di nava koman de qederê bîst mîtro navber dimîne. Endamên her du koman sê keviran (ku dişibin kêlan) li dû hev rêz dikin û di nava her sê keviran de divê mîtroyek navber hebe. Her endam kevîrekê dixe destê xwe datîne wan kêlan. Kî kêlekê bixe (tera bike) mafeke wî yê dî jî çêdîbe ku kevîrek din jî dayne kêlan. Ger bi kevirekî du kêlan bêxe ew mafek din jî  ji bo xwe bi dest dixe. Ji her du koman kîjan ewil hemû kêlan bêxe ew li pîşta endamên koma din siwar dibin û du tûran digerin.
Şîrove: Bi avêtina kevir re masûlkeyên mezin ên zarokan zexim dibin. Demên berê yên ku di lîstoka Kêlanê de jêhatî bin ew dibin şivan û diçin ber pêz, çinku milên wan zexm e ku bi rehetî dikarin keviran bavêjin. Her wiha bi vê lîstokê re sebira zarokan xurt dibe, zarok li bendê dimîne ku heta dora wî were û ew jî kevirê xwe bavêje. Dîsa di vê lîstokê de xwebawerîya zarok pêş dikeve.

3.3. Ar-Argî

Awayê Lîstinê: Di vê lîstokê de ewila ewil tixûbê lîstokgehê tê dîyarkirin. Lîstok ji du (2) koman pêk tê. Her komek ji pênc (5) kesan ava dibe. Komek li ber kundelê  dimîne  û lîstokvanên vê komê çavên xwe dineqînin. Koma din di nav tixûbê lîstokgehê de bi axê komikan çêdikin. Komikên axê li bin kevir, dar û kursan çêdikin ku dîtina wan ji hêla koma din ve zehmet be.  Koma li ber kundelê  mayî bi çav neqandî heya sedan (100)  dihijmêre. Piştî hijmartin biqede, endamên  li ber kundelê bi dirûşma “arargî zarzargî”[4] li hawîrdora lîstokgehê dest bi kifşa van komikên axê  dikin. Ev komik wek gencîneyan in. Mebest ew e ku hemû gencîneyan kifş bikin. Dema hemû komikên axê hatin kifşkirin ew kom dewlemendîyek mezin bi dest dixe. Bi vî awayî lîstok tê dubare kirin.
Şîrove: Di lîstoka ar-argî de çavdêrîya baldarî û rêveçûn wek çalakî der dibin. Di esasê xwe de gerîn û dîtina gencîneyê adapteyî lîstokê bûye. Di vê lîstokê de zarok axê dinasê, şeklê dar û kursan di hişê xwe de qeyd dike. Kê dera axê gumş bûbe û dewsên tilî û lingan li kê dera axê be çavên zarokan li wê derê digerin. Dema komik tên dîtin hestê serfirazîyê li wan peyda dibe.

3.4. Qift

Navên Din ên Lîstokê: Gilçî (Şirnex).
Awayê Lîstinê: Lîstok li ser herîyê an jî li ser komek zibil/rêx tê lîstin. Keresteya lîstokê qift[5] e. Hejmara lîstokvanan ji du (2) heya pênc (5) kesan pêk tê. Her  lîstokvan ji bo xwe çend qiftan û çalek/kortek çapa wê bi qasî sih (30) cm çêdikin. Wê çalê an têxin herî an jî rêxê berdidin di nav de. Her lîstokvan bi hêzek mezin û bi dorê qiftên xwe diçikilînin li nava wê kortê. Mebest ew e ku qiftên hevdu bêxin. Kîjan lîstokvan qiftê kê bêxe ew qift dibe yê wî. Ev lîstok bêtir werza zivistanê tê lîstin.
Şîrove: Bi hereketa çikilandinê re masûlkeyên biçûk û masûlkeyên mezin zexim dibin. Armanc hem zewq e hem jî qezenca maddî ye ku ew qiftên hatîn karkirin dikevin soba mala kesê ku ser ketî. Hestên karkirin û xwedîkirinê derdikevin holê. Xwebawerîya zarokan bi vê lîstokê zêde dibe, lê carinan ev xwebawerî averê dibe ku di zarokan de hestê reqabeta berjewendîyê peyda dibe.

3.5. Kabanê

Awayê Lîstinê: Lîstok  ji heftan (7)  heya deh (10) kesan tê lîstin. Keresteya lîstokê kab[6] e. Her alîyê kabê  xwedî wateyek e. Milek mîr, milek wezîr, milek  diz û milek jî mizgeft e. Lîstokvan dibin rêzek  girover û dest bi lîstokê dikin. Her lîstokvan carekê kabê tavêje. Dema mîr û wezîr hate hilbijartin êdî rûyek yê kabê tê nîşankirin. Ji vê merheleyê û pê ve mîr û wezîr kabê natavêjin û tenê lîstokvanên din kabê tavêjin. Ger ew rûyê nîşankirî were, lîstokvan dibe diz û diçe ber destê mîr. Mîr cizayê wî dibire û wezîr jî cizayê wî bi cîh tîne. Ciza gelek deman dibe cizayeke mezin. An lêdan an jî zeleyan dixwe. Ger milê mizgeftê were ew wek towbeyê tê pejirandin û ji bo wî alî tu ciza tuneye.
Şîrove: Di vê lîstokê de ji geşedanên fîzyolojîk bêtir geşedanên sosyokulturel derdikevin pêş. Zarok di vê lîstokê de hînî edet û toreyên civakê, raz û sembolên civakê yên wekî “mîr”, “wezîr”, “diz” û “mizgeft”ê dibin. Her wiha dîn jî wek mekan (mizgeft) bûye sembolek. Eger zarok bibe diz dê were cizakirin, bes zarok here mizgeftê dê neyê cizakirin. Ev lîstok  her çiqas girêdayî si’ûdê be jî hestên wekî hêvîkirin, berxwedan, xwebawerîyê li zarokan dide peydakirin. Lê eger di merheleya cizakirinê de lêdan û zele hebin, wê gavê îhtîmal e ku di wan zarokan de hestên cizakirin, erîşkirin û tehekûmkirinê jî derkevin pêş.

3.6. Guhkanê

Awayê Lîstinê: Keresteya lîstokê guhik[7] e. Bi keviran tixûbeke girover tê çêkirin û ev dibe lîstokgeh. Komek dikeve li hundirê wê giroverîyê û kesek jî  li derveyî wê dimîne. Kesê li derve wê guhikê bi mebesta lêxistinê datîne lîstokvanên di hundirê giroverîyê de. Ger bikare lê bide ew lîstokvan dişewite û ji lîstokê derdikeve. Lê di dema avêtîna guhikê de ger lîstokvanên hundir bikaribin wê guhikê di hewayê de bigirin, vêca ew kesê ku guhikê girtî û kesê ku avêtî cihê hevûdî diguherînin.  Lîstokvanê li derve dema guhikê bavêje û guhik bêyî ku li kesekî bixe li erdê bikeve wê hingê koma di hundir de wê guhikê li yê derve dixe. Ger ew guhik li  lîstokvanê derve bikeve ew kes dişewite û ji lîstokê derdikeve.
Şîrove: Bi avêtina guhikê re masûlkeyên mezin û bi girtina guhikê re masûlkeyên biçûk ên zarokan zexim dibin. Ji xeynî destan ling jî di vê lîstokê de aktîf in ku divê ji wî tixûbê girover derbas nebe. Di vê lîstokê de mebest zewq e, ji hêla geşedana civakî ve xweewlehîya zarokan geş dibe, zarok dixwazin jêhatîbûna xwe îspat bikin.

3.7. Mîrzitkî

Awayê Lîstinê: Ev lîstok bi kevirên biçûk û girover tê lîstin. Hejmara lîstokvanan ji çar (4) heya  heft (7) kesan pêk tê. Her lîstokvan sê malik[8] li ber xwe çêdike. Her malik ji  sê cot û kitekê; anku ji  heft (7) keviran pêk tê. Bîst û yek (21) kevir digihije serê her lîstokvanî. Li gor tixûbê lîstokgehê kesê ku nêzikî avê ew care yekem dest bi lîstinê dike. Dest tavêje kevirên  malikeke xwe, ji milê rastê an jî ji milê çepê ve dest bi belavkirinê dike, heta ku kevirên di destê xwe de xelas bike.  Dema lîstokvanê ewil dora xwe xelas kir, êdî lîstokvanê duyem dest bi belavkirina keviran dike. Di dema belavkirina keviran de ew malikên ku lîstokvan keviran datîne ser, hejmara wan malikan bibe 2, 4 an jî 8 ew komik dibe ya wî. Di vê lîstokê de sîstema belavkirinê gelekî girîng e. Ji ber ku her lîstokvan divê keviran wisa belav bike ku hijmara kevirên beravanên wî bibe 2, 4 an jî 8. Dema lîstok bi dawî bû her kes kevirên xwe dihijmêre. Kevirên ku ji 21’ê zêde bûn ew dibin malika zit[9]. Malika zit di tora lîstoka duyemîn de cuda tê danîn. Dema xwedîyê wê malikê keviran belav dike, her car du keviran ji bo wê hildide. Lîstok bi vî rengî berdewam dike heta ku kevirên lîstokvanekî xelas bibin. Kesê ku kevirê wî xelas dibe ciza dixwe.
Şîrove: Di vê lîstokê de zanîna matematîkê û hesapgirî pêwîst e. Her wiha di vê lîstokê de geşedana bîrbirî (bilişsel gelişim/cognitive development) ya zarokan derdikeve pêş. Eger mirov li gorî serdemên geşedana bîrbirî a Jean Pîaget here, mirov dikare bibêje ku ev lîstok xîtabî Serdema Kirarîyên Şênber dike û ew jî di navbera temenê şeş û yazdehan (6-11) de ye. Li gorî teorîya Piaget di vê serdemê de zarok, tehlîlên bimantiq dibînin ji probleman re. Dikarin rêgezan fêm bikin, bes bêtir bi bireserên şênber diramin.[10]

3.8. Berikê Germ Germo

Awayê Lîstinê: Ev lîstok şev tê lîstin. Keresteya lîstokê ber[11] e. Hijmara lîstokvanan bê sînor e.  Lîstokvan berekî  di nav êgir de germ dikin. Li meydanek vala vî berî tavêjin hewayê û ber dikeve erdê. Ji ber ku tarî ye ber bi hêsani nayê dîtîn. Lîstokvan bi rîya destê xwe li wî berê germ digerin. Dema listikvanekî wî berê germ bibîne dikeve pey lîstokvanên din û lîstokvanên din jî direvin. Kesê ku berik  li cem, destê xwe li kê bide ew kes ciza digire.
Şîrove: Di vê lîstokê de seheka hîskirin û dîtinê aktîf in û geşedana van sehekan bi vê lîstokê mimkûn e.  Hereketên wekî avêtin, revîn û xwekaşkirin masûlkeyên mezin ên zarokan zexim dikin. Hestên wekî xweîspatkirin, jêhatîbûn û serfirazîyê derdikevin pêş. Ev lîstok bêtir derengîya şevên havînê tê lîstin ku armanc ji reqabetê bêtir zewq e.

 

3.9. Pezikê Çêrî Mêrî

Awayê Lîstinê: Di vê lîstokê de kesek dibe  şivan, kesek dibe gur û kesên din jî  dibin pez. Kesên bûne pez yek bi yek pişta hev digirin û kesê ewil jî pişta şivên digire, bi vî awayî rêz dibin. Di destê şivên de şivikek[12] heye û bi vî şivî li gur dixe. Gur li hawîrdora pêz digere û dema keysê xwe dît xwe tavêje pêz da ku yekê  jê çeq bike. Mebesta şivên jî ew e ku pezê xwe ji gur biparêze. Bêtir zarokên mezin dibin gur û şivan, zarokên hûr jî dibin pez. Awayê lîstina vê lîstokê derbasî reqsê jî bûye ku ji wê cure reqsê re “gizir” tê gotin.
Şîrove: Di vê lîstokê de hestê parastinê ji tevahîya hestan bêtir derdikeve pêş. Her wiha ev lîstok wek îş û ‘emil zarokan hînî şivanîyê jî dike. Dîsa zarok hînî qanûnên tebîetê dibin. Hereketên wekî bezîn, lêdan û êrîşê masûlkeyên mezin; hereketên wekî xwegirtinê jî masûlkeyên mezin ên zarokan zexim dikin.

3.10. Qîtok

Navên Din ên Lîstokê: Gelyo (Koçer), Tirbûlgî (Şirnex).
Awayê Lîstinê: Keresteyên vê lîstokê şivek dîrêj û çûvek in. Divê dirêjahîya çûv(ik) bi qasî bostekê be. Du keviran datînin nêzik hevdu û wî çûvî di ser re dirêj dikin. Lîstokvan dibin du kom. Koma ewil wî şivî di binê wî çûvî re dikin û tavêjin hewayê û dûr dixin. Lîstokvanên din jî pêşberî wan sekinîne û  ew  jî hê çûv neketî erdê li hewayê lê dide û şûnde vedigerîne. Komek dixwaze çûvî dûr bêxe koma pêşber jî dixwaze şûnde rê ke. Dema lîstokvanên komê her yek dora xwe kir êdî ew çûv çend dûr biçe ji bo wan baştir e. Ji ber ku lîstokvanê pêşber, wî çûvî dike destê xwe û bi dîrûşma Qaryo[13] dibeze da ku here cihê lîstîk lê destpêkirî. Kesê ku bibeze divê nefesê hilnede û bi yek carî bêje qaryo û bibeze xwe bigihîne cihê destpêkê. Eger bikare vê bike lîstok dest diguhere û ew kom ser dikeve. Vê lîstokê zarokên mezin jî û zarokên hûr jî dikarin bileyzin.
Şîrove: Bi hereketên wekî avêtin, lêxistinê masûlkeyên mezin; bi hereketên wekî pîvandin û girtinê jî masûlkeyên biçûk zexim dibin. Hestên serfirzî, xwebaawerî û disîplînê derdikevin pêş.


Encam

Lîstok azadîya zarokan e û lîstok ew tehn e ku hemû behreyên zarokan derdixîne holê (Yörükoğlu, 1989: 150). Zarok dema bileyze hînî van tiştan dibe: parvekirin, danîna têkilîyê, alîkirin, hevkarî, safîkirina meseleyan, rêgezên civakî (zarok van rêgezan di nava lîstokê de vedibînin, anku bi awayekî dîdaktîk hîn nabin). Ev lîstok jê re dibin derfet ku tepişên xwe pêş bixe.

Eger zarok lîstokên gelêrî bileyzin hem dê xwedîtîyê li mîrasa xwe ya çandî bikin, wê nas bikin û biparêzin; hem jî dê tepişên jîyanê bi dest bixin ku pedagojîya îro van tiştan ji bo zarokan ferz dike. Li Bakurê Kurdistanê bi pêvajoya asîmîlasyonê re zarok ji hêla çandî û lenguîstîk ve têk diçin, ji ber vê çendê em de’wa “vejîn”ekê dikin ku bi van lîstokan hem çand bê parastin û hem jî gotin û zûgotinokên di van lîstokan de zindî bibin.

Di roja me ya îro de zarok di hengameya mal û dibistanê de van lîstokan zêde nalîzin, li şûna lîstokên derve bûne hêsîrê amûrên teknolojîk. Ji ber ku ev zarok van lîstokên berê yên zarokan naleyzin bes nikarin van lîstokan êmanetî nifşê nû jî bikin. Bi vê xebatê min xwest ez hem navê lîstokan, awayê wan ê lîstinê û hem jî tesîra wan a bo zarokan ji hêla geşedanên fîzîkî, civakî, psîko-sosyal û geşedana takekesî ve bidim zanîn. Ev lîstokên ku zarok li derve di mekanên guncav ên siruştî de dilîzin dibin kartêk ji bo geşedana wan a civakî, hişmendîya rêgezan û qebûlkirina rêgezan, bidestxistina dînamîzma hevkarî û zibareyê, aîdbûna komê, biryardana li ser navê komê û hînbûna têgeha xelatê.



Çavkanî

-          - Anılan, H. - Girmen, P. - Öztürk, A. - Koçkar, M. T. (2004), “Geleneksel Çocuk Oyunlarının Eğitimsel Değeri”, OMEP Dünya Konsey Toplantısı ve Konferansı, Stenbol: Kelebek.
-          -  Boratav, Pertev Naili (1994), “100 Soruda Türk Folkloru”, Stenbol: Gerçek.
-         -  Georges, Robert A. (2007), “Eğlence ve Oyun”, w. Derya Filiz Korkmaz, kovara Milli Folklor: h. 74
-         -  Yörükoğlu, Atalay (1989), “Çocuk Ruh Sağlığı”, Stenbol: Özgür.





[1] Di nava lîstokgehê de darek an jî kevirek mezin tê danîn, an jî kevir dar li wir jixwe hene. Fîka kê be dema dest bi hijmartinê bike serê xwe datîne ser vî kevir an jî darê û çavên xwe dineqîne. Ji vê nîşaneyê re kundel tê gotin.
[2] Kesê ku were dîtîn ew kes li gorî lîstokê  çav  dineqîne, ji vê kiryarê re dibêjîn "mana berde/di ber de."
[3] Peyva “fîk”ê wekî “dor, rêz, sire” tê bikaranîn. Ne tenê di fîkofîko de bes di gelek lîstokan de ji bo “dor”ê fîk tê gotin, navê xwe li vê lîstokê jî daye.
[4] Ev diruşm nîşana serbestbunê ye. Lîstokvan bi vê diruşmê dibêjîn va em hatin û lîstokê destpê kirîye.
[5] Qift/Gilç: Şivek e ku serê wê hatîye tûjkirin. Dîrêjîya wê nêzikî 20-30  cm ye.
[6] Kab, sîvoka li nava kovişka dewaran e. Çar  rûyê wê hene, çargoşe (kare) ye.
[7] Guhik, mîna gokeke biçûk e. Bi parçeyên pimpokan tê pêçandin û  bo ku saxlem be bi şûjinê tê dirûtin.
[8] Malik. Di vê lîstokê de ji komên keviran re malik tê gotin.
[9] Komika zit, di lîstokê de kevirên ku ji 21ê zêde bikin ew bi serê xwe dibin komek dîn. Ji bo vê komê dibêjin malika zit.
[11]  Kevirekî pehn û biqasî hêkekî ye.
[12] Şivik, keresteya lîstokê ye. Ji dara behîvê an jî ji kinêrê çêdikin. Dişibe çûvan, lê belê ji çûv ziravtir û dirêjtir e.
[13] Dirûşma lîstokê ye. Ji ber ku bilêvkirina resenîya vê peyvê dirêj e  îhtîmal e ku hatibe kurtkirin. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder