25 Ağustos 2017 Cuma

TESÎRA MÎTAN LI SER NETEWEPERWERÎYÊ

   TESÎRA MÎTAN LI SER NETEWEPERWERÎYÊ

   Mîtolojî her çiqas di wateya xwe de wek bawerîyên kevin ên civakê bên destnîşankirin jî, di esasê xwe de bi veguherînê re adapteyî roja me dibe. Çima veguherîn? Ji ber ku xilasîya gerdûnê ji “guherîn”ê tune, her tişt diguhere. Palpişta herî saxlem jî ew e ku bîr û bawerîyên civakê xwe adapteyî vê guherînê bikin, lew “veguherîn” derman e. Ji bo hebûna neteweyekê (qesta me dê bêtir serdema Kapîtal be) vejîna kokê, anku “vegera li mît û efsaneyan” weke tişteke esas hat dîtin.
       Di vê xebata xwe de me bi rêbaza analîzê bandora mîtan a li ser neteweperwerîyê rave kirîye. Gelo, mît çima ji nû ve girîng hatin dîtin? Bêtir jî em li pey vê pirsê ketine.

Mît û Monomît

       Di cîhanê de mirov li ku niştecih bûbin, di nav dewr û dewranan û şert û mercan de mît hilberîne ku aîdî mirovan in, ev mît çavkanî ne ji bo berhemên ku ji laş û aqilê mirovan pratîze dibin. Dîn, felsefe, huner, şêweyên civakî ên insanên prîmîtîf û dîrokî, vedîtinên gewre yên zanist û teknolojîyê, xeyalên ku xewa mirov dişeridînin… tev de ji gustîlka esas û efsûnî ya mîtê derdixin holê (Campbell, 2010: 13). Mirov heke bi baldarî lê kûr bibe dê bibîne ku di esasê xwe de mît cîhaneke antî-lojîk e. Tabî ev nayê wê wateyê ku mît welatê xurafeyan e. Tiştên cewherî yên ku di zêhn û gîyanê mirov de, dibin sebeb ku mît bibe spartgeha efsûnî ya mirov û neteweyan.
       Monomît (li gorî Campbell) rave dike ku di esasê xwe de her bûyera mîtîk ji heman kokê tên. Ango beşên wê hene ku ji bo hemû mijar û bûyerên mîtîk derbasdar in: Destpêk, Veqetîn, Têgihiştin û Veger. Heke mirov van beşên monomîtê baş îzeh bike mirov dikare ji bo mîtolojîya Kurdan “Memê Alan” wek mînak destnîşan bike. Li ser monomîtê dîsa nexşeya di Şehnameya Firdevsî de mînak e. Lê meseleya me ji vê bêtir ew e ku gelo îhtîmal heye ku hemû netewe ji neteweyekê hatibin, heke wisa be neteweya ewil kîjan e? Mirov monomîta Campbell heya derekî jî dikare ber bi sosyolojî û nasyonalîzmê ve bibe.

Mît û Neteweperwerî

       Angaştên Campbell ên derbarê kêşeya mîtan de ev in: 1) Civaka hevçerx di nav alozîyekê de ye; 2) sebebê vê alozîyê ev e ku mirovê hevçerx jîyanê bêwate dibîne; 3) sebebê bêwatebûna jîyanê jî ew e ku mirovên hevçerx ji mîtan bê par mane; 4) sebebê vê bêparîyê jî ev e ku zanistîyê mît binpê kirîye; 5) ligel vê yekê wateya mîtê ne rasterast, bes sembolîk e; 6) wateya wê ya sembolîk jî di esasê xwe de psîkolojîk e; 7) wateya mîtê ya psîkolojîk jî Jungperwer e; 8) ku mirov bi şêweyeke sembolîk, psîkolojî û Jungperwerî bixwîne wê bê dîtin ku mît û zanistî ji hev digirin û mirovên hevçerx dê vê yekê qebûl jî bikin; 9) ku were qebûlkirin jî dê bê dîtin ku mît wateyê li jîyanê dike û aramdarîya civakî wê ji nû ve peyda bibe (Segal, 2006: 117). Kuştina hestê di heman demê de tê wateya serdestîya lojîkê, an jî vemirina mîtosê. Civaka bêhest (bê mîtos) civakeke berjewend e, tehekumkar e, îteatkar e. Bes sosyolojîya têgeha azadîyê jî destûrê nade civaka rijî ya lojîk.[1]
       Helbet hêsan e ku mirov di karê înşakirina neteweyê de girîngîya bikaranîna dîrok û siruştê fêm bike. Veguherîna gelê eşîr î koçer bo neteweyekî sazbûyî, ji bo wan dayîna hestên nasname û aîdîyetê, hevgihandin û yekparekirina wan, ji bo wan dayîna hestên otantîkî û xweserîyê ku xwe bi xwe rêve bibin… ev tevde hewceyî çarçoveyeke sembolîk in û bi saya vê yekê civak dikare tevbigere û bibe xwedî îstîkrar. Ev pêkhate jî girêdayî mîtolojîya rabirdûyê û helbestwerîya siruştê ye (Smith, 2002: 256). Vêca pêşeng û avangardê civakê kî be gerek e qala qehremanîya dewrên berê bike da ku civak adapteyî dever û modela nû bibe. Anku îro ji bo jîyaneke komînal sîyasetmedarên Bakurê Kurdistanê pêwîstî pê dibînin ku behsa serdema Neolîtîk û mîta Kawayê Hesinkar bikin. Ev yek astên girîng in ku wek ku Smith gotî ji bo nifşên nû hestewarîyek didin peydakirin.
       Her çiqas di disîplîna pedagojîyê de xalên hevbeş hebin jî ji ber ku wek mufredat ew pêwîstî bi “neteweperwerî” dibînin bivê-nevê dê di nav pergala perwerdeyê ya neteweyan de ferqîyetên cuda derkevin.Smith ji bo vê yekê mînakên wiha dide: Dibistana Gel a Îngîlîzan, gymnasîuma Elmanî, Lîse û Akademîya Fransî. Helbet ev ferqîyetên mezin dê di nav nifşên ciwan de nêrînê cuda jî derxîne holê. Ev yek bivê nevê dê bandorê li ser têkilîyên endustrîyel, praksîsên polîtîk, têkilîya dîn û dewletê, malbat û têkilîyên zewacê jî bike.

Encam

       Ji bo ku neteweyek xurt bibe divê xwe tenê pala xwe nede xîmê etnîsîteyê, her wiha divê rabirdûyeke wan a zindî jî hebe. Eger tunebe jî wek ku Smîth gotî divê peyda bike. Divê peyda bike da ku ji bo neteweya xwe wek kok jê re mekan û hafizayekê çêke. Bi saya medya û pergala perwerdeyê divê van hêmayên mîtîk di hafizaya civakê de niştecih bike, eger ev pêk were jixwe dê ev veguhere pêş-qebûlîyên derhişî ên nifşê nû. Stonehenge û Druidên Îngilîzan, Qudîs û sembolên Kenîşteyan a Cihûyan ji bo vê yekê mînak in. Qet nebe zindîkirina Kawayê Hesinkar dikare ji bo Kurdan jî bibe mînak.
       Tevahîya mît û secere di esasê xwe de nasnameyeke dîrokî rave dikin. Di heman demî de ev nasname ji endamên civakê (yên ku di perîferîya civakê de mayîn jî) re sembolîze dibe û dibin nîşaneyên qedera netewî. Lew vegerîna rabirdûyê pêwîst e, mît ji bo vê vegerînê bingeheke esas e. 


Çavkanî        

Champbell, Joseph (2010), Kahramanın Sonsuz Yolculuğu, w. Sabri Gürses, ç. 2, Stenbol: Kabalcı.
Segal, Robert A. (2006), Joseph Campbell’in Mit Teorisi, w. Kürşat Öncül, kovara Milli Folklor: j. 70.
Smith, Anthony D. (2002), Ulusların Etnik Kökeni, w. Sonay Bayramoğlu & Hülya Kendir, Ankara: Dost Kitabevi






[1] Ji bo xwendineke berfireh bnr. Zygmunt Bauman (2015), Özgürlük, w. Kübra Eren, İstanbul: Ayrıntı.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder