24 Temmuz 2012 Salı

Miradê Kinê (Mirado)


Mîrê Ribabê: MIRADO (Miradê Kinê)
Lêkolîn: Selamî ESEN

Nivîskarê Îrlandî Oscar Wilde dibêje: “Peyv! Bi tenê peyv! Çiqas tiştek tirsnak e! Çi sade, çi geş û çi bêrehm in! Mirov nikare xwe ji wan xilas bike. Çi efsûnek zirav di peyvan de heye. Şekil didin tişteyên bêşekil. Wek kemanê, wek ûdê mûzîkek cûda yên wan jî hene heçko. Bi tenê peyv! Tiştek wek peyvan bi rast heye ma?” Dema ev gotina Oscar Wilde’î tê li bîra min, hunermendên ku xwe dayîn li pêş patoza kuştina civakan - ev zulma herî mezin e- li ser jîna min ve tên. Hosteyên mezin bi gelemperî piştî mirina xwe hatine fêmkirin. Lê ew ên ku “berhemdayî” bûne nemir. Meseleya hûnerê ji fêmkirinê bêhtir hîskirin e. Em di sedsala xwewindakirinê de dijîn. Lê hinek mirovên bindest şûna şerê hebûna xwe bikin û xwe bir nirxên xwe ve rizgar bikin, diçin di maseyên kenderew û qehpexaneyên laşê keç û mêran de xwe dikin qeşmerên bîrkuj, haşayî ji civatê, xwe dikin materyalê/a wan mase û qehpexaneyan. Em dibêjin hinek hevalên xwe yên wek me bindest “dem winda ye”; lê “dem” an jî “xwewindakirin” -biborînin lê- ne di xema bilokê kurê wan de ye jî. Lê eger hebûn bi çand û ziman û hunerê ve girêdayî be divê em gelên bindest xwe biparêzin û şerê hebûnê bidin. Hûn ê bêjin ev çi kurrederî ye; lê bila baş bê fêmkirin ku “zanîn û xwendin û kirin” ji bo mirovên bindest tişteke bivê-nevê ye. Di çand, ziman û hunerê de şer tunebe; ew milet an jî ew civak tune ye!
Yek ji van civakparêzan jî hunermendê kurd Mirado ye. Gelo, Mirado kî ye, çi ye? Bersiva vê ji min re giran tê; ji ber ku mirov dema behsa hunermendekî/ê nemir dike peyv û hevok jihevdûrketî ne. Zû zû nagihîjin hev. Lêbelê hewce ye ku “edebiyat ango wêje” li ser xwe be û van nemiran cardin nemirtir bike.
     
           KURTEJIYANA MIRADO
Mirado di sala 1942’yan de, li gundekî kiçik a bi navê Gêra Cahfer, ku bi ser Kercosê ve ye, ji dayîk bûye. Navê wî yê fermî yê nasnameyê: Murat Gezici ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Îsayê Kinê ye. Dibêjin ku Îsayê Kinê beriya sed salî ji Biyaxetê hatiye û li Tora Hevêrka bi cih bûye. Eslê xwe ji derdora Şengalê ne. Du birayên Mirado hene: Xelîl û Cemîl; û çar xwîşkên wî hene: Delal, Aliya, Sêvê û Cewahîr. Ew bi gotinek gelêrî “mitirb” in. Paşnavê wan ji navê dayîka wan tê; ev tişt jî di nava kurdan de tişteke girîng e ku vê pêşgotinê tîne li bîra mirov: “Şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e.” Mirado heta 14 saliya xwe li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Wê demê birçîbûnek gelek mezin di nav welêt de hebû. Mirado di kiçikatiya xwe de zêdetirîn bi mamê xwe û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Bi alikariya mamên xwe Yûsiv û Reşît, bavê xwe Ferho ribabê elimiye. Di çardehsaliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel li ser mûzîk û ribabê sekiniye û gelek baş fêr bûye. Di bîstsaliya xwe de dotmama xwe re dizewice. Dibêjin ku rojekê Mirado li gel mamê xwe Yûsiv di civatekê hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê rûniştiyê civatê û civat, pirsa wî ji mamê wî Yûsiv dikin. (Yûsivê Zekiyayê ku mam û xezurê Mirad bû. Tê gotin ku Yûsiv hunermendekî mezin bû. Tê gotin ku Mirad ji mamê xwe zêdetir kiriye.) Dibêjin “şagirtê te kî ye?” Yûsiv dibêje “biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne.” Li ser vê pirsê Mirad radije ribaba xwe û kilama “Bavê Seyrê” distire. Dibêjin ku her çendî Yûsiv strana “Bavê Seyrê” xweş distirand lê piştî vê civatê êdî Mirad bi kilama Bavê Seyrê ve hatiye naskirin. Yûsiv jî fêm dike ku Mirad, di bin re li malê li ser ribabê dişixule. Piştî demekê navê Mirad belav bû û roj bi roj hate naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de Mirad gihîşte xweserî û stîla xwe, û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bûbû “Miradê Kinê”. Li her dera ku Mirad diçûyê, gel xwe digihand Mirad ji bo ku li dengê wî guhdar bikin û eger bikaribin kasetekê li ber dengê wî tomar bikin.

Tirba Mirado, Goristana Zeviyê/Sêrt, Wêne: Selamî  ESEN
Di 25 saliya xwe de diçe li Batmanê û li wir bi cih dibe. Piştî tê Batmanê li wir deng û navê wî digihîje Radyoya Êrîvanê û li her deverê welêt. Di wê demê de hunermendên kurd, Mihemed Arif Cizrawî, Îsa Berwarî, Hesen Cizrawî hwd. re hevnasî dibe. Dengê Miradê Kinê digihîje heta Stenbolan. Ji bo zemawendan/dawetan diçe metropolan. Wê demê Wezîrê Avadaniyê (Bayındırlık Bakanı) yê Tirkiyê, Şerafettin Elçi bû. Şerafettin Elçi, gelek hez ji dengê Miradê Kinê dikir û wî mêvanê mala xwe ya li Enqerê dike. Şerafettin Elçi dixwaze ku xelatek bide Mirad. Bi pêşniyariya Elçi re jî ew dibe memûrê avadaniyê. Di sala 1978’an de li Midyadê dest bi memûretiyê dike. Piştî du salan Mirado tê li Sêrtê û li vir hem memûretiya xwe dike û hem jî bi ribaba xwe ve diçe dawetan. Li Sêrtê di taxên kurdan de -niha jê re dibêjin “taxên kevin” tê gotin- miletê Botanê -ku exleb ji gundên Dihê hatine li vir- bicoş dikir. Mirado li Sêrtê diçe dawetên Ereban jî. Jixwe stranên wî yên Erebî jî hebûn. Di 17’ê Berfanbara sala 1984’an de dilrawestan wî digre û di 41 saliya xwe de jiyana xwe li Sêrtê ji dest dide. Tirba wî li navenda Sêrtê li Goristana Zeviyeyê ye.


HUNERMENDIYA MIRADO
Mirado mitirb bû. Hunera mitirbiyê gelek kokdar e. Mûzîk, reqs û şanoya mitirban cihek gelek girîng digire. Di hunera mitirban  û hunera herêma Toran de “erotîzm” weke hêmayeke gelek xweşik cih digire. Zêdetir di reqsê de erotîzm tê xuyakirin. Her wiha Mirado çiqas behsa çiçik û memikan dikira yên ku li wir hazir bûn, ji fêhêtiya serên xwe datêniyan li ber xwe. Guhdarvan bi kompeksên xwe yên zayendî re rû bi rû dimaniyan. Lê bila xelet neyê fêm kirin, ev ne doxînsistî ye; ev rastiya zayendê ye û bi peyvên hunerî tên neqişandin. Ango Mirado jinê nake objeyekê zayendê; ya bi rast ew jinê dike rastiya evînê. Wek hûn jî dizanin zayend pariyekî evînê ye. Lê di sedsala 21. de heçko evîn bûye pariyekî zayendê! Kurê Mirado, Seîd Gezici dibêje ku eslê wan ji Şengalê tê. Hunermend Seîd Yusiv û Mirado bi heman toxmê ne. Di kevneşopiya ribabê û hunera bidevikî ya herêma Toran de Miradê Kinê ez dikarim bêjim ku cihê herî mezin girtiye. Hunera bidevikî re gelek xizmet kiriye. Tu carî rûyê studyoyê nedîtiye û bi derfetên xwe kasêtan tomar kiriye. Te dî, ji berê mirov pêl du tûşên teybê dikir û deng tomar dikir. Ev kilam û stranên Mirado yên ku em guhdar dikin jî bi vî awayî tomar bûne. Kilama xwe ya “Xirabo” bi Erebên Sêrtê re distre. Di gelek kilam û stranên xwe de ewî zora oldarên xapînok biriye. Hinek stranên wî ev in: “Sêva Heciya” “Tu Xayîn î Kuro” “Haydê Dê Gel Yanima, Sar Kollarî Boynûma”, “Sabîha”, “Ehmed Axa û Eyşê Xanimê”, “Lawikê Deqorî”, “Seyrê û Eliyê Mamed”, “Ziravê”, “Êstilê”, “Keçikê Bimeş”, “Xirabo” “Awirên Esmera”, “Navê Kekçê Heyatê” hwd.

Lêkolîner Salihê Kevirbirî dibêje: “Di nav kilamên Mirado de, kilamek heye ku tu dengbêj nikare wekî wî xweş û baş bistre. Ev kilama hanê, kilama "Ferman e" ye ku li ser "Serhildana Mala Eliyê Ûnis" hatiye gotin. Bi rastî jî gava mirov li vê kilamê guhdarî dike, hîsiyeta ku çawa wê lehzê mirov li qada şer e, pêk tê”

Ciwan Haco dibêje: “Mirado… Ax, Mirado… Bawer bikim ku dengek wisa dusedsalan carek tê jînê. Rûyê studyoyê qet nedît. Eger Mirado ekîbek profesyonel re bixebitiya wê bibûya starek ê dinyayê. Mixabin, her dem di malê de bitenê dixebitiya. Ji berê mitirb hebûn. Ji van kedkarê mûzîkê (mitirban) re bi çavêkî bed dihata nêrîn û tinaz li wan dihata kirin. Mirado jî mitirb bû. Hîn ez zarok bûm di her malê de kasêtek a Mirado hebû. Bahozê wî çaxî Mirado bû. Ez bawer nakim ku Mirado ji mûzîka Caz’ê dûr e. Eger Mirado niha bijiya yê di dinyayê de Caz’a herî mezin derbiketa holê. Caz emprovîzyon e. Mirado mafê emprovîzyonê daye. Çend caran ewî min giriyandiye. Dema ez îro wî guhdar dikim, ez dibêjim tu cûdabûna wî û Rolling Stones’ê tuneye.”



Diljen Ronî dibêje: “Miradê Kinê, di nav mûzîka kurdî de cihek pirr mezin girtiye. Pê ribaba xwe şayeserên pirr dewlemend ava kiriye. Mûzîka wî, îro ji mûzîka kurdî ya modern re bûye çavkanî. Min di albûma xwe (Çend Gotinên Evînê) de strana wî ya Navê Keçkê Heyatê, bi formata hîp-hopê stirandiye. Ev jî vî tîne zimên: di hunera kurdî de stranên bi formata hîp-hop, caz, rockê ji berê ve hene. Hewce ye ku mirov wan bikole û wan bi enstrumanên hemdemî li hev bîne. Ev dê rengîniyê bixe di hunera me de. Ewî ribaba xwe wek vîrtozekî bi kar aniye û ewî ji mûzîka gelêrî re ta’mek nû aniye. Îroj bi sedan besteyên wî bi aliyê hunermendên kurd ve tên gotin. Ribab, mîrîtiya dengbêjiyê ye.”

Hozan Brader ji kurê Mirado, Sait Gezici re dibêje: “Min hemû kasetên bavê te guhdar kir. Bi kîjan stîlê de bibêjiya dengê wî qet detone nedibû. Û ew ji ber me hemûyan ve ye.”

Şerefxan Cizîrî dinivîse: “Deng li welêt hê jî wekî dengê Miradê Kinê peyda nebûye. Ew dengê zîz û zelal, bilind wekî Çiyayê Zagrosê û xurt wekî naqosa dêrên filehan, bûye normekî ji dengbêjiya welêt re û li hemû deverên welêt belav bûye. Miradê Kinê bi dengê xwe yê berz û zelal, nexweşan ji nava nivînan radike li ser piyan.”


Tesîra Mirado li ser hunermendên Kurd zehf bû. Ji xeynî hunermendên reqsê (Îmad Selîm, Adnan Dilxwaz, Ekremo, Kasım Koç, Bahramo hwd.) hunermendên rock, caz û pop ê jî di bin tesîra wî de man û dimînin jî. Ciwan Haco, Rojda, Jan Axîn, Diljen Ronî, Hozan Beşir, Koma Hezex, Koma Zerdeştê Kal ji van hunermdan/koman hinek in. Her çiqas em bibêjin mûzîka kurdî pêş ve çûye jî gere em vê jî qebûl bikin: mûzîk ne hunerek bêesl e ku çêbûyîna stranan ne wek “weledê zinayê” ne. Belkî her kes dikare stranan bêje lê her kes nikare stranan bi dilekî bawer, bi hestekî xweyhêz û besteyek xurt çêbike. Mirado bestekar, kilambêj û reqasbêjek pirralî ye. Emrê wî kurt bû lê dengê wî tu carî nemir. Heta niha jî Mirado rûneniştandine cihê pîroz a ku wî di civaka kurd de bi dest xistî. Hêj ecêb dimînin, “weyy me çava Mirado nas nekiriye…” Te dî, gotinek me heye: piştî tirrê, kezîkurrê… Mirado gava bê fêmkirin wê kifş bibe: Mirado, yek ji wan “xezîneyên ku heft qet ji bine erdê derketine li ser rûyê erdê” ye.



Mijdar/2011
Sêrt

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder